
Piştî nîvro ya îro în 18.04.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Dr Nûh Yilmaz Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye û şanda pê re kir.
Li civînê de pêşxistina peywendiyên Tirkiye bi Iraq û Herêma Kurdistanê û projeya rêya geşepêdanê guftûgo kirin. Her wiha di derbarê hevkariyên di navbera wan li warên cûda de, bi awayek ku bibê sedema bihêz kirina asayîş û aramî û geşbûna li navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Proseya aştî li Tirkiyê mijareke dinê civînê bû, têda Serok Nêçîrvan Barzanî piştevaniya Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina proseyê dûpat kir. Her li vî derbarî de her du alî hevra bûn ku aştî bandoreke erênî li ser tevahiya navçeyê dike û asoyeke berfirehtir ji bo geşepêdan û hevkariyên hevbeş de vedike.
Her wiha li civînê de rewşa Sûriye, pêşhatên dawî yên navçeyê û çendîn pirsên din ku ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, hatin nirxandin.
