Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Bi cîhnekirina federalî, çavkaniyên kêşeyên Iraq e

2024-02-21T15:52:58.000000Z
Nûçe Didar
Êvariya îro çarşema 21.02.2024 kanala Erebî ya (Al Hedes) hevpeyvîneke televîzyonî li gel birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di derbarê rewşa emnî û siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê û kêşeyên Hewlêr ـ Bexda û pêşhatên dawî yên navçeyê de belavkir ku eve jî naveroka wê ye:

 

- Birêz Nêçîrvan Barzanî, em pêşhatên dawî li gel we destpêdikîn. Niha danustandin ji bo dawî anîna bi erkên hevpeymaniya navdewletî ya li Iraqê heye, Nûnerên Herêma Kurdistanê jî li van danûstandinan da beşdarin. Bi nêrîna cenabê we mayîna hêzên hevpeymaniya navdewletî pêwîstiyeke ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Hêzên hevpeymanan li ser daxwaza hikûmeta Iraqê ji bo yarmetîdana li dijî terorîstên Da'îş hatine Iraqê. Bêguman li sala 2014 ve heta niha demeke zêde derbasbûye, niha jî gelek asayî ye carekî din danustandin bêkirin ji bo diyarkirina awayê peywendiyên paşerojê ya di navbera hêzên hevpeymanan û Bexda, li ser wan bingehan jî biryar bê dayîn gelo awayê peywendiyên paşerojê çawa dibê û gelo Iraq pêwîstî bi yarmetiyê heye yan na?

 

- Cenabê we got ev hevpeymanî sala 2014 bû ku wê demê Da'îş hebû, we got demeke zêde li ser da çûye ku dike nêzîkî deh salan, niha rewşa Da'îşê li Iraqê çawa dibînin?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Bi raya me pirsa Da'îş tenê peywendî bi Iraqê ve nîne, belkû pirseke peywendî bi aramiya Sûriyê ve jî heye. Em bawerin heta ku rewşa asayîşê li Iraq û Sûriye bi vî awayî bê, Da'îş hê jî heta radeyekî zêde gefe li ser Iraqê.

 

- Gelo cografya Herêma Kurdistanê dê bibe şûna binkeyên serbaziyên Amerîka li Iraqê?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Li vê babetê da em wekî Herêma Kurdistanê cûda ji Iraqê nabînîn. Siyaseta me eweye her biryarek ku bê dayîn li çarçêweya cografya Iraqê da dibe, Herêma Kurdistanê jî wekî beşek ji Iraqê pêdagirê wê biryara Iraqê dibe bi awayeke giştî li ser vê babetê ku biryarê dide. Pirsa me pirsekî sozdarî nîne li gel Amerîka da, zêdetir dîtin û nêrîna me eweye: Gelo me pêwîstî bi yarmetiyê heye yan na? bila mînakek ji bo we bînim, sala 2011 hêzên Amerîka ji Iraqê derketin û çûn derve, sala 2014 bi lez Iraqê name ji bo Neteweyên Yekgirtî nivîsî û daxwaza yarmetiyê kir. Birastî bi bê yarmetiya hêzên hevpeymanan û Amerîka ya ji bo Iraqiyan li wê demê, bi tu awayekê nedikarî hêzên terorîstên Da'îş rabigrin. Herêma Kurdistanê li çarçêweya Iraqê da biryarê dide û biryarekî xwe ya serbixwe nîne, ji ber ku beşeke ji Iraqê û li wê çarçêweyê da biryarê dide.

 

- Helwestên hevpeymaniya navdewletî ya beramber bi gefên ser Herêma Kurdistanê çawa dinirxînin?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Ewan bi peyam û daxuyaniyên xwe piştgîriyê kirine. Wan kirdaran şermezar kirine ku heta niha rûdane. Bi awayake giştî nikarim bibêjim ewan bi helwestên xwe sedî sed Herêma Kurdistanê parastine, lê belê dikarim bibêjim ewê ku bi destê wan hatibe kirin, kirine.

 

- Hûn bawerin ku vekişîna Amerîka ji Iraqê, hêcetên grûpên çekdaran ya ji bo êrîşkirina ser binke û berjewendiyên Amerîka li Iraq û Herêma Kurdistanê nahêle?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Bila ji wê yekê destpêbikim, birêz Serok Wezîrê Iraqê wesfekî ji bo wan karan wan grûpan kir û bi kirdarên terorîstî bi nav kir. Ewê ew grûp dikin, yekemcar binpêkirina serweriya Iraqe, hîç me'qûl nîne Iraq bi xwe daxwaza hêzek kiriye bê yarmetiya wê bide, paşê niha bi şandina Dron û gefan, daxwaz dike ev hêz biçê derve, yan li vir nemîne. Ev hemû hêcetin, eger Amerîka çû derve, çi mîsogeriyek heye ev hêz êrîşên zêdetir ji bo Herêma Kurdistanê nekin, yan gefên zêdetir nabin ji bo pêkhatên dinê Iraqê? yan kî dibêje gef nabin ji bo awayê hukimraniya li Bexda? Evan hêzan hîç nêrîneke zelal nîne û li tarîtiyê da mane. Ew dixwazin Iraqê ber bi ku ve bibin? Bi piştrastiyê ve dixwazim eve jî bibêjim eger pirs serweriya Iraqe, bêguman ew ji Serok Wezîrê Iraqê Iraqîtir nînin. Serok Wezîrê Iraqê dizanê berjewendiya Iraqê bi çi awayeke û li ku daye? Bi nêrîna min hîç hêcetek nîne ji bo van kirdarên xerapên van grûpan ku encam didin. Pirs her ewe nîne ku gefan li Amerîkayê kirine, belkû li hêzên Pêşmerge dane, li demek da hêzên Pêşmerge beşeke ji sîstema berevaniya parastina Iraqê, her wiha li welatiyên sivîl jî dane. Berê jî hewl dane, divê tixûbek ji bo eve bê danîn. Gelek behsa serweriya Iraqê dikin, ew serweriya Iraqê binpêdikin, berî hemûyan ew grûpin ku nahêlin Serok Wezîr karê xwe bike wekî Fermandeyê Giştiyê Hêzên Çekdaran. Ewên ku hem li nav de û hem li nav civaka navdewletî da jî Iraqê bê biha dikin, mixabin her ew kirdarin ku ew grûp encam didin.

 

- Gelo rewşa Herêma Kurdistanê di dema rûbirûbûna Da'îş, yan li rûbirûbûna kêşeyên niha da li Dron û roketên Îranê û ew grûpên behs dikin û ji aliyê wan ve têne piştgîrî kirin, dijwartire? çawa rûbirûyê wan kêşe û gefan dibin?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Da'îş yek li ser sêya axa Iraqê dagîr kiribû, lê belê li senger û eniyan diyar bûn. Ewe Da'îş bû, ev jî ew hêz bûn ku beramberî wan rawestiya bûn, hêzên artêşa Iraqê bûn, Pêşmerge bûn, Heşda Şe'bî bûn. Bi nêrîna min ewê niha heye gelek dijwartire ji wê demê, ji ber ku gef li derve nîne, gef li nav malê bi xwe ye, gef ji grûpek ve ye ku pere ji Hikûmeta Iraqê bi xwe werdigrê. Eve gelek xeraptire ji ewê din û nizanî çawa muamele jî li gel wan da bikî? Ne senger diyare, ne diyare ji ku ve şerê li gel te da dide! Bi nêrîna min ewê niha tê kirin û ewê niha rû dide, gelek gelek dijwatire ji babeta Da'îş.

 

- Hûn wekî Herêma Kurdistanê çawa rûbirûyê wan êrîşan dibin ku we got ew ji Da'îş jî dijwartire?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê bi tenê nikarê ewe bike. Eve binpêkirina serweriya Iraqe, ji bo wê yekê rûbirûbûna wan erkê Hikûmeta Iraqe, erkê Serok Wezîrê Iraqe wekî Fermandeyê Hêzên Çekdaran. Madem em li cografya Iraqê da dijîn û beşekîn ji vî welatî, parastina Herêma Kurdistanê jî divê beşekî bingehîn bê li siyaset û nêrîna Bexda. Ev pirs tenê peywendî bi Herêma Kurdistanê ve nîne, eve peywendî bi Bexda ve heye. Hikûmeta Iraqê divê rola xwe ya bingehîn ya ji bo parastina Herêma Kurdistanê bibîne.

 

- Gelo hûn razîne ji wê muameleya Hikûmeta Iraqê li gel wan gefan da dike ku rûbirûyê Herêma Kurdistanê dibin, çi ewên ji Îran û çi ewên ji Tirkiyê ve ne?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Wekî Serok Wezîr, wekî kesê wî bi xwe û Fermandeyê Giştiyê Hêzên Çekdaran, helwesteka gelek baş hebûye, çi di derbarê Îran û çi di derbarê welatên din jî ku kêşe ji bo Iraqê dirust dikin, lê belê rastiyek û pirsyarek heye, ew jî eweye: Gelo Iraq ji vê zêdetir dikare bike yan na? Bi nêrîna min Iraq divê hewl bide zêdetir ji vê bike. Ji bo nav û dengê Iraqê dirust nîne li nav Iraqê da çend komek çekdar hebin, gefê li beşekî vî welatî bikin, ew jî ew grûpin. Iraq û Serok Wezîrê Iraqê berpirsiyarî li sere. Divê dawiya vê pirsê bînin ku ji ziyanê zêdetir hîç xêrekî ne ji bo Iraq û ne jî ji bo Herêma Kurdistanê têda nîne. Metirsiya Herêma Kurdistanê ji wê destpêdike, eger Iraq Herêmê neparêzê, eger bi ciddî Bexda berevaniyê li Herêmê neke, wê demê Herêm divê bîr û hizra tiştekî din bike, ji ber ku li encamê da parastina Herêmê ji bo me karê pêşîneya bingehîne, ew jî erkê Bexdaye. Ez li wê baweriyê da me birêz Serok Wezîr kêmasî nake û ewê li şiyana wî da ye û ewê ji destê wî bê ji bo vê mebestê dike.

 

- Çend carek we li axaftina xwe de dûbare kiriye ku eve berpirsiyariya Serok Wezîre, gelo Serok Wezîr dikarê li rewşa niha de li vî derbarî de çi bike?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Serok Wezîr divê hewlekî ciddî bide, ew grûp jî divê bi gotina wî bikin, ji ber ku ewê îro ev grûp dikin, Iraq li ber çavê civaka navdewletî bê biha dike. Divê derfetê bidin Serok Wezîr wekî Fermandeyê Hêzên Çekdaran erkê xwe bi cîh bike. Zû yan dereng divê tixûbek û sînorek ji bo wan bê danîn.

 

- Gelo Îrana hevsû û cîran, hevaleke baş, yan dijmine?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Peywendiya me li gel Îranê da, peywendiyekî kevne, Îran hevsûyeke me yê girînge û nikarîn wê cografyayê têk bidîn. Berî wan rûdanan bila behsa peywendiyên xwe li gel Îranê da bikîn. Me wiha bawerbû me peywendiyekî gelek baş li gel Îranê da heye. Eger ji aliyê aborî ve temaşa jimareyan bikîn, li rûyê aborî û bazirganiyê ve hejmar ber bi bilindbûnê ve diçûn. Ji bo duyem sal bû li Herêma Kurdistanê me muhlet dida ewên diçin Kerbela û Necef li Herêma Kurdistanê ve derbas bibin. Li ser dosye ya emnî me pêşketineke gelek baş hebû li gel Îranê da ku dibêjim em, mebesta min Iraq û Herêma Kurdistane bi pêkve. Ji bo wê yekê ji bo me Îran cîraneke girînge, lê belê pirsiyar eweye: ku bi roketa Crûz li malekî sivîl bidin, gelo tu dikarî bibêjî eve dostayetiye? Çi navekî lê bikî dema bi hêceta wê yekê ku qaşo eve baregehekî Îsraîle, eve dikî! malekî sivîl li nav Hewlêrê bombebaran bibî û sê çar kes şehîd bikî ku yek ji wan zarokeke gelek biçûke, birastî nikarî eve bixî nava xaneya dostayetiyê ve! ne xwe me herdem hewl daye, em hewl jî didîn bibîne fakterê asayîş û aramiya li navçeyê da, li gel Îranê da jî berê her bi vî awayî bûye. Em çavkaniya gefê nînin li ser Îranê, peywendiya me li gel Îranê da, peywendiyekî kevin û dîrokiye. Lê belê pirsiyar eweye: Birastî Komara Îslamiya Îranê ji bo çi eve li gel Hewlêrê da kir, di demek da em û Îranê bi cîraneke girîng dizanîn? Îranê bi dost dizanîn, berê me dîtiye ku dostê me ye, ji bo çi eve kirine? Cihê pirsiyarekî gelek gelek mezine!

 

- Peywendiya we bi Televîvê ve çî ye? Êdî çi di derbarê hebûna baregeha Mossad li Herêma Kurdistanê? Bêguman pirsiyara min girêdayî wê tometa Îraniyane ku pêşkêşî we tê kirin û li ser wê bingehê ku wekî ew dibêjin, Herêma Kurdistanê kirine armanc?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Berî hemû tiştek di derbarê bi siyaseta derve, em pêdagirin bi siyaseta Iraqê ve wekî dewlet. Iraq her awayek ji bo siyaseta derve peyrew bike, Herêma Kurdistanê jî li wê çarçêweyê da muamele dike, ne cûda û ne berevajiya Bexda. Hîç peywendiyek û hîç baregehekî Mossad li Hewlêrê tûne, eve hemû hêcete, ewê Îran encam da wekî cîranê Iraqê ku xwe bi dost jî dizanê, mezintirîn binpêkirina serweriya Iraqê bû. Eger bi rastî Îran zanyarî heye ku ew cîh baregeha Mossad bûye, dikarî bi awayeke din muamele bikin. Dikarîn bêyî Herêma Kurdistanê biçin li gel Bexda biaxivin, wan belgeyên ku hene ku qaşo ew cîh baregeha Îsraîl bûye, radestî Bexdayê bikin, li heman demê de daxwaza lêkolînekî hevbeş bikin. Îran dikarî ewe bike. Tekez dikim ku hîç baregehekî Mossad yan Îsraîlê li Hewlêrê tûne. Berê jî gelek car van tiştan li ser Herêma Kurdistanê behs kirine. Herêma Kurdistanê wiha wêne kirine, wiha behs kirine ku ewe Îsraîle, ji bo çi Îsraîle? Ji bo çi em Filistîn nînin, em ji bo çi Îsraîl bîn? mafên me tê binpêkirin, maf û şayesteyên me nayê dayîn! Êdî ji bo çi Herêma Kurdistanê ne Filistîne?

 

- Wate ji bo çi Îranê, li ser Herêma Kurdistanê van êrîşan kir?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Hîç nirxandinek ji bo vê nabînim ji bilî ewe nebê ku roketa wan heye û dikarin li me bidin û dikin! Ne xwe hîç hêcetek û hîç belgeyek ji bo eve nîne! Eger Îraniyan zanyarî heye ku ew cîh baregeha Mossad bûye, eve karesate ji bo dezgehên hewalgiriya Îranê û divê pêdaçûnê bi hemû dezgehên emnî yên xwe da bikin. Berê jî li serdema Şehîd Qasim Silêmanî, heman kêşe hebû û xwedê lê xweş bê carekê li gel komek kesên li dezgehên hewalgiriyên Îranê, hatine cem min. Gotin zanyariya dezgehên hewalgiriyên me eweye ku hûn li cîheke li Kurdistanê ve çavdêriya Îranê dikin! yekser min got General niha em li vir rûniştîne, ewên eve dibêjin bila her niha biçin lêkolînê bikin û bizanin raste yan na?! Birastî jî wiha kirin û eşkere bû ku hîç rastî û bingehekî ji bo wê nebû! vê carê jî me dikaribû wê kêşeyê bi vî awayî çareser bikîn. Pirsiyarek ku gelek cihê balkêşiyê û sosretiyê ye ji bo me, eweye: Îran ji bo çi wiha kir? Çima? Heta niha jî em sedema wê nizanîn, lê belê em bi tevahî piştrastin ku hîç baregehekî Îsraîlî û hîç kesekî Îsraîlî li wir nebû.

 

- Gelo piştî wê rûdanê hîç peywendiyek li navbera we û Îranê da dirust bû?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Nexêr, Serokê Dezgeha Asayîşa Neteweyî ya Îranê serdana Bexdayê kiribû, li gel birêzan Serok Wezîr û Qasim E'recî axaftibûn, lê belê li gel Herêma Kurdistanê hîç peywendiyek li navbera me da nebûye.

 

- Gelo hîç hemahengiyek li navbera Hewlêr û Enqerê da heye, dema Tirkiye li Partiya Karkerên Kurdistanê li Herêma Kurdistanê dide?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: PKK ji bo Herêma Kurdistanê û ji bo Iraqê ser êşiyekî mezine. Ew hîç bihayek ji bo sazî û damezraweyên rewayên Herêma Kurdistanê danaynin, li navbera axa me ve gefê li Tirkiye dikin. Bi tevahî wê prensîpê red dikîn û qebûl nakîn axa Herêma Kurdistanê bibê çavkaniya gefê ji bo cîranên me, êdî ew cîran çi Tirkiye bê, yan Îran. Nabê rikeberên wan welatan Herêma Kurdistanê wekî navçeyekî emnî temaşe bikin ji bo dirustkirina kêşeyan li wan welatan da. Gelek mixabin PKK rolekî gelek xerap li vî warî de dibîne. Navçeyên çiyayiyên Herêma Kurdistanê bikartîne û hewl dide kêşe ji bo Tirkiye dirust bike. Eve ji aliyê me ve bi tu awayekê nayê qebûl kirin.

 

- Li çarçêweya axaftina we da min têbîniya ewe kir ku we rêzekî zêde ji bo Serok Wezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî heye. Çend rojek berî niha ku min dît, ew jî bi heman awayî rêzên xwe ji bo we hebû. Peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê da bi peywendiyên gelek baş bi nav kir, lê belê ji bo çi heta niha kêşeyên di navbera Bexda û Hewlêrê nehatine çareser kirin?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Guman li wir da nîne ku Serok Wezîrê Iraqê niyeta xêrê ji bo hemû Iraqê heye bi Kurd û bi Ereb, bi Mesîhî û bi hemû pêkhatan ve. Yek ji wan kesane ku piştî bû Serok Wezîr, giraniyê daye ser xizmetguzariyê û çawayiya pêşxistina aboriyê li welat da. Eve du tiştên bingehîne ji bo Iraqê, dîtina wê gelek rûne ku dixwaze Iraqê ber bi qonaxekî cûda ve bibe, lê belê çiqas yarmetiya Serok Wezîr tê kirin? Bi nêrîna min, gelek kêm yarmetiya Serok Wezîr tê dayîn. Me wekî Kurd yarmetiyê daye, berdewam jî dibîn, ji ber ku nêrîna Serok Wezîr xizmeta hemû Iraqê dike. Pirs tenê Kurd nîne, ew nêrîn li xizmeta hemû pêkhatên Iraqê daye. Ewê li Serok Wezîr de dibînîn, cûdahî li navbera pêkhatên Iraqê da nake. Iraq kêşeyekî mezina baweriyê heye. Piştî sala 2003 me li Iraqê sîstemek dirust kir, me got sîstemekî federalîne, lê belê îro piştî sala 2003 heta niha ku dewrê bîst salan derbas dibe, birastî em bi xwe jî nizanîn sîstema Iraqê û sîstema birêvebirina Iraqê çî ye?! Muameleya Bexda li gel Herêmê gelek navendî û zêde li pêwîst navendî ye. Piştî bîst salan heta niha sîstema federalî li Iraqê wekî sîstemekî birêvebirinê nehatiye bi cîh kirin! Sedema çaresernebûna wan kêşeyan ne kesin, kêşe li bingeha xwe de bîrkirine! sîstem li destûrê da federalî ye, lê belê li bi cîhkirinê de gelek gelek navendî ye, divê eve bê yek alî kirin. Ewê niha li gel Herêma Kurdistanê da tê kirin, hîç peywendiyekî bi hîç cûre sîstemekî federalî ve li cîhanê da nîne! kêşe li vir destpêdike, sala 2003 piştî rûxana Seddam ewê bi me dihate kirin wekî Kurd, çi cenabê xwedê jêrazî Mam Celal, çi cenabê Serok Mesûd Barzanî kirin bo ku Iraq bi yekperçeyî bimîne, heta radeyek me hêzên Pêşmerge şand heta li wê demên dijwar de asayîşa Bexda biparêzin. Ewe jî me kir, lê belê îro li Kurdistanê pirsiyara cewherî eweye: Em ber bi ku ve? paşeroja vî welatî ber bi ku ve diçe? Ew rewşa niha me heye li Iraqê, berî sala 2003 jî me heman rewş hebû, lê belê Amerîka ji me re got federalî û demokrasî tê holê, em jî wekî Kurd ewê pêwîst bû ji bo Iraqê me kir. Niha birayên me li Bexda divê gelek bi ciddî bîra ewe bikin, bese ew hemû tometbarkirina li ser Herêma Kurdistanê dikin qaşo Herêm xwe cûda dike, cudaxwaze, Herêm waye û waye! nexêr, Herêm ne dixwaze ji Iraqê cûda bibê, ne cudaxwaze jî, Herêm mafên xwe dixwaze.

 

- Lê belê we referanduma cûdabûnê encam da!

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Referandum bi xwe jî ku dema hate kirin ji bêhêvîtiya ji Bexdayê bû. Eger ew bêhêvîtî nebûya, gelek tişt nedihate kirin, niha jî ew bêhêvîtî heye. Herdem ku Hikûmetekî nû dirust dibê, dibîne beşek ji wê hikûmetê bi wê hêviya ku ew kêşe bêne çareser kirin, lê belê çareser zehmete. Serok Wezîr karan hêsan dike ku kêşeyek tê pêş ve, em bi peywendiyekî telefoniya di navbera xwe de çareser dikîn û hewl didîn, lê belê babet Serok Wezîr nîne, pirs sîstema bîrkirinê ye! birayên me li Bexda divê girîngiyekî ciddî bi wê babetê bidin û kar ji bo wê bikin ji bo yekperçeyî ya Iraqê û ji bo pêkvejiyanek li nav vê cografyayê da ku jêre tê gotin Iraq, em jî ji bo ewe amadene.

 

- Cenabê Serok, gelê Kurdistanê ji ber paşketina mûçeyê li rewşeke xerap da ye, gelo Herêma Kurdistanê ew pere nîne ku mûçeyan bide heta rewşa ser milê wan sivik bibê heta wê dema kêşeyên we li gel Bexdayê bêne çareser kirin?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Li vî warî de şiyana Herêma Kurdistanê gelek sînordare. Berê me neft ji Kurdistanê difiroşt ji bo dabînkirina mûçeyan, niha wekî dizanin ew neft nayê firoştin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek bi şefafiyetê ve helsukeftê li gel Bexda kiriye, niha erkê Bexda ye ku divê mûçeya mûçexurên Herêma Kurdistanê dabîn bike wekî beşek ji Iraqê. Eve berpirsiyariya wane, Serok Wezîr jî eve têdigihe. Li serdana xwe ya berî çend hefteyek li Bexda, gelek bi dirêjî li gel Serok Wezîr da me behs kir. Dikarim bibêjim li qonaxa dawî dane ji bo ku bi hêviya xwedê bigihîn çareseriyek li ser vê babetê.

 

- Nefta berê ku li rêya bendera Ceyhana Tirkiyê ve dihate şandin, ew pere vedigeriya nediçû xezîneya hikûmetê ve, belkû diçû berîka taybet! Iraq bi vî awayî Herêma Kurdistanê tometbar dikir, hûn çawa bersîva van tometan didin?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Wê demê Serok Wezîr bûm, neft li kêlgehên neftiyên Herêma Kurdistanê ve diçû bendera Ceyhan. Li bendera Ceyhana Tirkiye kompanya Somo heye ku hemû karê henardekirina neftê û pirsa nefta Iraqê dike. Li wir çavdêriya hemû bermîlekî dikir. Me daxwaz kir ku divê Somo li wir bê. Somo hemû hejmaran tomar dikir, piştî wê neft bi kiryarên neftê dihate firoştin. Ew pereyê dihat, bi rêpêdana Banka Navendiya Iraqê dihate Herêma Kurdistanê. Wê demê ku me budce ji Bexda nebû, ew pere ji bo mûçe dihate xerc kirin. Ev prose hemû ji aliyê kompanyayên navdewletî ve bi hûrbîniya wê dihate kirin. Kompanyayên navdewletî temaşa wan hemû hejmaran dikir, niha jî ew hejmar hemû hene. Eve me hemû bi hûrî daye Bexda û me daye Parlemena Kurdistanê jî. Her kesek bixwaze zanyarî li ser wê dosyeyê hebê, gelek bi şefafiyetê ve hemû tişt hene. Ev tomet bê belgene û ne rastin. Firoştina neftê tiştek nîne bikarî bîfroşî û bîxî berîka xwe. Tiştekî wiha ne mumkîne! Gelek car behsa ewe tê kirin ku Herêma Kurdistanê yek aliyane neft firoştiye. Me yek aliyane neft nefiroştiye, Iraq şubata sala 2014 budceya Herêma Kurdistanê birî, me meha gulana heman salê dest bi henardekirina neftê kir. Berê li gel Iraqê me rêkeftin hebû, eger ew budceya me nedin ku wê demê Malikî Serok Wezîr bû, mafê me ye neftê henarde bikîn.

 

- Di derbarê peywendiya niha ya Kurdî ـ Kurdî, ya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de çi ji me re dibêjin?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Guman li wê yekê da nîne ku nakokiyên me heye, ji ber ku em du partiyên cûda ne, ne yek partî ne, lê belê li asta kesî da ewqas dilgiran nînim li wê yekê ew peywendî ber bi xeraptir biçe. Dema kêşeyek li vê peywendiyê da tê pêş, hewl didîn çareser bikîn ku helwestek heye, hewl didîn hemahengî di derbarê we de bikîn. Ev peywendî tiştek nîne gefeke mezin bê ji bo Herêma Kurdistanê, lê belê bêguman divê ew peywendî ji wê ya ku niha heye baştir bibê, ji ber ku ewê niha heye rewşeke tendirust nîne ji bo Herêma Kurdistanê. Bêguman divê hewla her du aliyan ewe bê ku ev peywendî baştir bibê.

 

- Cenabê we ser destika proseya geşbûna Herêma Kurdistanê bûn. Ez li sala 2007 ve serdana Herêmê dikim, dizanim wê demê ku hatim, firokxane tenê jûrekî biçûk bû, Hewlêr tenê xanî bû, hîç avahiyeke ewrbirî têda nebû, rêya Dihokê hîç ronahiyekî têda nebû, herî kêm çar demjimêr didomand heta digihîştîn. Niha Hewlêr li rûyê civakî û rewşenbîrî û avadankirinê ve, bajarekî pêşketiye. Niha çawa wê ezmûnê dinirxînin, bi taybetî rewşa aborî û siyasî û emnî ya niha?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Li rastiyê da avadaniya Herêma Kurdistanê li sala 2005 ve hêdî hêdî destpêkir, lê belê mixabin Da'îş proseya avadankirina Herêma Kurdistanê gelek paş xist. Spas ji bo xweda me rewşeke emnî ya gelek baş heye, li rûyê emnî ve li Kurdistanê kêşeyekî wiha nîne ku jêre bibêjîn kêşeye, lê belê li rûyê aborî ve mixabin ji ber pirsa henardenekirina neftê û babeta mûçeyê niha em li rewşeke dijwar ya aborî da ne. Li wir de jî tenê em nînin, ji ber wê heta niha Bexda bi ciddî pirsa henardekirina neftê çareser nekiriye, Iraq bi awayeke giştî heta niha nêzîkî heft milyar dolar ziyan li ber ketiye. Pirs tenê Herêma Kurdistanê nîne, Iraqe bi awayeke giştî. Kerta taybet li Herêma Kurdistanê rolekî zêde heye. Îro eger Hewlêr û bajarên dinê Herêma Kurdistanê bibînî, tevgereke gelek ciddî ya aborî heye, lê belê eger pirsa henardekirina neftê û mûçeyê li gel Bexda bê çareser kirin, paşerojeke gelek baş li rûyê aborî ve ji bo Herêma Kurdistanê pêşbînî dikim.

 

- (Kak Nêçîrvan, dilê şêr e) bi vî awayî nêzîkên we, we bi nav dikin, heta çend amadene wê dilê xwe ji bo berevaniya wê Herêmê û destkeftên wê bikarbînin?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Eve erk û berpirsiyariyetî ye. Bêguman ewê ji destê min bê û li şiyana min da bê ji bo vê berjewendiyê, ji bo başiya hemû Iraqê, ji bo başiya Herêma Kurdistanê wekî beşek ji Iraq û ji bo hemû Iraqiyan, ewê ji destê min bê dikim.

 

- Di derbarê ew kêşeyên zêdeyên li navçeyê da hene, ew jî şerê Xezze û tirsa wê yekê ku ev nakokiye bibê şerekî herêmî, nêrîna birêz Nêçîrvan Barzanî ji bo çareseriyê çî ye?

 

Serok Nêçîrvan Barzanî: Em wekî Kurd me ezmûnek heye, ezmûna me gelek dûr û dirêje li pirsa şer da. Li encam da ev cûre kêşe divê bi guftûgo bê çareser kirin. Pirsa Filistînê pirsekî rewa û pirsa gelêke, pirsa partiyek nîne, pirsekî îdeolojî jî nîne. Pirsa gelêke, ev gel mafê xwe heye ku divê kêşeya wê çareser bibê. Bêguman bi tu awayekê şer kêşe çareser nake. Şer çend berdewam bê, li malwêraniyê zêdetir hîç tiştekî din berhem naynê. Li encamê da ev kêşe divê bi guftûgoyê çareseriya wê bê dîtin. Bi nêrîna me, ev guftûgo niha derfeteke, raste niha kêşeyekî mezin li Xezze heye, lê belê li heman demê de hêvîdarîn eve destpêka derfetek jî bê, eger nebêjim dawî derfet ji bo çareseriya wê kêşeyê bi awayek ku xelkê navçeyê bikarin bi aramî û bi xweşî li gel hevdû da bijîn.