Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Emîndarê Giştî yê Komkara welatên Erebî re civiya

2025-04-12T10:08:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Piştî nîvro ya îro şemî 12.04.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li çarçêweya karnameya xwe ya li Korbenda Dîplomasiya Antalya de, bi birêz Ehmed Ebu‌lxeyt Emîndarê Giştî yê Komkara welatên Erebî re civiya.

Li civînê de peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Komkara Erebî re guftûgo kirin. Her wiha di derbarê peywendiyên Hewlêr - Bexda, pêşhatên siyasiyên Iraq û navçeyê, girîngiya parastina ewlehiyê û bihêz kirina diyalogên çareser kirina kêşeyan de, danustandina bîr û ramanan kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî pesnê hewlên Komkara welatên Erebî ya ji bo parastina aştî û ewlehiya li navçeyê de kir. Her wiha rola rêzdar Ebulxeyt û Komkarê ji hevdû nêzîk kirina nêrîna welatên endam de, bi erênî nirxand.

Ji aliyê xwe ve birêz Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî, berev pêşveçûn û rola Herêma Kurdistanê ya li parastina aramî û ewlehiya li Iraq û navçeyê de, bi girîng da zanîn.