
Nîvroya îro çarşem 21.05.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz General Kevin Lehî Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê kir.
Di civînê de ku birêz Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê amade bû, dawîtirîn pêşhatên rewşa emnî li Iraq û Sûriyê, gefên rêxistina terorîstiya DAIŞ li ser ewlehî û aramiyê, hatin nirxandin.
Her du aliyan tekez li ser girîngiya berdewamiya hevkariya hevbeş a di navbera Herêma Kurdistanê û Hevpeymaniya Navdewletî, digel hevkariya bi Hikûmeta Federal a Iraqê re di rûbirûbûna terorê û bihêzkirina şiyanên hêzên emnî de, kirin.
Di civînê de herwiha di derbarê mijarên girêdayî bi çaksaziyên di Wezareta Karûbarên Pêşmerge de, digel hevahengiya di navbera sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê û hêzên Hevpeymaniyê danustandina bîr û ramanan kirin.
Pêşhatên dawî yên herêmê û girîngiya hevbeşiyên demdirêj yên bi navê bicihkirina ewlehî û aramiyê, mijareke din a vê civînê bû.
