Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê re civiya

2025-07-31T07:45:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Spêdehiya îro pênçşem 31.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz General Kevin Lambert Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re kir.

Li civînê de ku birêzan Wezîr û Serok Erkanê Pêşmerge û Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê amade bûn, pêşhatên dawî yên rewşa emnî û gef û metirsiyên terorê û êrîş û tevgerên Da'îşê gotûbêj kirin. Her wiha behsa pêwîstiya çalak kirina zêdetirê hengavên pêvajoya yekxistina Pêşmerge û reform û çaksaziya li Wezareta Karubarên Pêşmerge da kirin.

Her du alî hevra bûn ku Da'îş hê jî metirsiyeke rasteqîneye li ser asayîş û ewlehiya bi taybetî li Iraq û Sûriyê, ji bo wê yekê jî pêwîste hemû aliyên peywendîdar ji bo rûbirûbûna wan alîkarî û hemahengiyê bikin û hemû hevkariyeke ji bo nehiştina yek carî ya hêzên li Sûriyê û Iraqê bikin. ji bo vê mebestê jî berdewamiya erkên hêzên hevpeymaniya navdewletî bi pêwîst zanîn.

Her du alî dakokiyê li wê yekê kirin ku Kurd û pêkhatên li Sûriyê divê hevbeşeke çalakê niha û paşeroja welat bin. Her wiha pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û encam û bandorên wê yên li ser ewlehiya welatên navçeyê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re, mijarên dinê civînê bûn.