Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Neçîrvan Barzanî bi Karbidestê Balyozxaneya Amerîkayê re civiya

2025-09-24T11:58:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Nîvroya îro, Çarşem, 24/09/2025, rêzdar Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Joshua Harris, Karbidestê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê û şandeke pê re kir û ligel ku bi xêr hatinê, hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest.


Di civînekê de, peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêjkirin. Herwiha, di derbarê danûstandinên Hewlêr-Bexda ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan, rewşa aborî û giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, û hilbijartinên giştî yên pêşerojê yên li Iraqê de, danûstandina bîr û ramanan kirin.


Herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Amerîkayê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê re kirin. Di vê derbarê de, birêz Harris behsa berjewendî û nirxên hevpar ên Amerîkayê bi Herêma Kurdistanê re kir û dubare kir ku Amerîka pêdagirê pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariya hevpar ya di navbera wan de ye.


Di derbarê pirsgirêka mafên darayî û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê de, herdu alî li ser wê yekê li hev kir bûn ku pêwîst e dosye û perava darayî, mûçe û mafên hêjayî yên Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de bê çareserkirin û bi awayekî dawîn were yekalîkirin.


Metirsiyên terorê û rûbirûbûna gefên DAIŞê, pêşhatên Rojhilata Navîn û rewşa herêmê bi giştî, mijareke din a civînê bû ku rêzdar Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê jî amade bû.