Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê re civiya

2025-02-19T19:08:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Êvariya îro çarşema 19.02.2025 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Balyoz Daniel Rubinstein kir ku karên Balyozê Amerîka li Iraqê birêve dibe.

Li civînê de ku birêz Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê jî amade bû, pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Amerîkayê re guftûgo kirin û di derbarê peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê, hewl û rêkarên destpêkirina henardekirina nefta Herêma Kurdistanê û hengavên pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her du alî guftûgoya aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Iraqa Federal ya ji bo çareserkirina kêşeyan bi erênî nirxandin. Her wiha hêvî xwestin aliyên serketiyên hilbijartina Parlemena Kurdistanê li nêzîktirîn demê da bigihin rêkeftina pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Li mijarake dinê civînê de rewşa Sûriye û rewşa Kurdan li wî welatî, her wiha hewlên proseya aştiya li Tirkiyê nirxandin.