Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 06.02.2025ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Mikhail Bogdanov Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê û şandeya pê re kir.
Di civînê da pêşxistina peywendiyên Rûsya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, veberhênanên Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriyê û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên bi Rûsyayê re û balkişand li ser hebûn û rola kompanyayên Rûsî li Herêma Kurdistanê, bi taybetî di hevkariyên di warê enerjîyê da, kir. Her wiha spasiya Rûsyayê jî kir ku di rojên dijwar da alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye.
Her du alî li ser girîngiya parastina aramî û seqamgîriya Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da hemfikir bûn û herwiha behsa encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û hewlên pêkanîna hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê kirin.
Her wiha piştgiriya xwe ji bo aştî û aramiya Sûriyê nîşan dan û tekez li ser parastina mafên Kurdan û hemû pêkhateyên Sûriyê kirin. Herwiha tekez li ser metirsiya DAIŞê li Iraq û Sûriyê kirin û tekez li ser girîngiya rêgirtin li vejandina wê kirin.
Her li vê hevdîtinê de behsa peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên navçeyê û çendîn mijarên hevbeş hatin kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Serokê Rûsyayê re civiya
2025-02-06T12:21:00.000000Z