Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Patrîkê Dêra Suryanî Ortodoks re civiya

2025-02-14T16:20:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Di çarçoveya beşdariya di Konferansa Asayîşa Munchenê da, îro danê êvarê roja înê 14.02.2025ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Patrîk Îgnatius Efraîm yê Duyem Patrîkê Dêra Suryanî Ortodoks ya li Entakyayê re civiya.

Her du aliyan rewşa mesîhiyan li Iraq û Sûriyeyê û kêşeyên ku niha rûbirûyê wan dibin û, herwiha, çawaniya bihêzkirina hewlên ji bo aştî û pêkvejiyana di navbera pêkhateyên cuda yên olî û etnîkî li navçeyê da gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser girîngiya pêkvejiyana aştiyane û parastina mafên mesîhiyan û hemû pêkhateyan û amaje bi pêdagiriya Herêma Kurdistanê di piştgîrîkirina pirrengiyên olî û çandî û bihêzkirina jîngeha tolerans û hevduqebûlkirinê kir.

Patrîk Ignatius Efraîm yê Duyem, ji aliyê xwe ve, ji bo parastin û piştevaniya koçber û penaberên mesîhiyan spasiya Herêma Kurdistanê kir û rola Herêma Kurdistanê wek mînaka pêkvejiyana aştiyane li navçeyê bilind nirxand.

Rewşa Sûriyeyê û kêşeyên heyî yên li navçeyê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş mijarên din yên vê hevdîtinê bûn.