Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî Bi Şandeke Dêra Ortodoks a Rûsî Re Civiya

2025-10-01T07:31:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro Çarşemî 01.10.2025 ê sibehê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandeke Dêra Ortodoks a Rûsî bi serokatiya birêz Metran Antonî, berpirsê peywendiyên derve û hejmarek ji kesayetiyên olî yên dêrê kir.


Di civîneke ku Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê jî têde amade bû, rewşa pêkhateyan bi taybetî Xirîstiyanan li Herêma Kurdistanê, peywendiyên Dêra Ortodoks a Rûsî bi civak û dêrên Xirîstiyanî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê re, û têkiliyên Rûsyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêjkirin.


Şanda navbihurî ku hefteya raborî ji bo beşdarbûna konferanseke Dêra Rojhilat a Aşûrî serdana Hewlêrê kiribûn, kêfxweşiya xwe ji serdana Herêma Kurdistanê re anîn ziman. Herwiha pesnê pêkvejiyan û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên olî û neteweyî de li Herêma Kurdistanê dan û rûmet û spasiya xwe ji bo parastina maf û azadiyên wan dubare kirin.


Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî, ligel xêrhatin û kêfxweşiya xwe ji serdana wan re, vê serdanê weke nîşaneke girîng a piştgiriyê ji Herêma Kurdistanê re bi nav kir. Birêz Barzanî herwiha dubare kir ku Herêma Kurdistanê bi şanaz û serbilind e bi çanda pêkvejiyan û jiyana hevbeş, hevdu qebûlkirin û lêborîn û toleransa di navbera pêkhateyan de û wê her tim parêzvanê vê çandê be.


Hevdîtin û çavpêketinên şandê digel nûnerên pêkhateyên olî yên li Herêma Kurdistanê, qonaxên têkiliyên dîrokî yên Herêma Kurdistanê bi Rûsyayê re, girîngiya gotûbêj û hevdîtinên di navbera pêkhateyên olî û neteweyî de û têkiliyên wan bi derve re, mijareke din a hevdîtinê bû.