
Êvara îro şemî 24.052025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya herdu endamên Encûmena Pîran a Amerîkayê birêzan Engus Kîng, Senatorê Serbixwe ji Eyaleta Maine û Ceymes Lankford, Senatorê Komarî ji Eyaleta Oklahoma û şandeke alîkar kir.
Di civînekê de pêşvebirina têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Amerîkayê re û alîkariya hevbeş bi taybetî di warê berengarbûna terorê de, têkiliyên Hewlêr-Bexdayê, herwiha rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin û derbarê rewşa Sûriyê û pêşhatên herêmê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo piştgiriya berdewam a Amerîkayê li Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî piştgiriya Kongreyê di pêvajoya çaksaziya Wezareta Pêşmergeyê de diyar kir, herwiha îşaret bi girîngiya pêşvebirina alîkariya navberê wan di warên cihêcih de kir. Birêz bi taybetî behsa derfeta kar û veberhêna Amerîkî li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Ji aliyê xwe ve şanda mêvan bi bêyî pesnê pêşketinên Herêma Kurdistanê, îşaret bi wê yekê kir ku Amerîka bi girîngiyeke mezin û wek hevpeymanek li Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre. Her di vî warî de tekez li ser berdewamiya pêdagiriya Amerîkayê ji bo piştgirîya Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.
Di mijareke din a civînê de ku birêz Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê amade bû, herdu aliyan li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê bi gotûbêj û têgihiştinê hevra bûn, herwiha tekez li ser parastina aramî û ewlehiya di herêmê de kirin.
