Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî Bi Şandekî Aşûriyên Amerîkayê re Civiya

2025-09-14T11:12:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Berî nîvroya îro Yekşem, 14'ê Îlona 2025'an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandekî Aşûriyên Amerîkayê ya bi serokayetiya birêz Sam Dermo, Serokê Sazîya Aşûriyan ji bo Dadweriyê û ji hejmareke kesayetiyên diyar ên civaka Aşûrî ya Iraq û Herêma Kurdistanê yên li Amerîkayê pêk hatibû.


Di civînê de rewşa Aşûriyan û pêkhatên li Iraqê bi giştî û li Herêma Kurdistanê bi taybetî hat gotûbêjkirin. Herwiha, di derbarê rol, cîh, amadebûn û rewşa niha û paşeroja Aşûriyan û pêkhatên li Herêma Kurdistanê de danûstandina bîr û ramanan kirin.


Şanda mêvan pesn û spasiyên xwe ji bo pêkvejiyan û hevdû qebûlkirina di navbera pêkhatên li Herêma Kurdistanê dubare kirin. Herwiha, spasiya Herêma Kurdistanê kirin ji bo wê piştevanî û hevkariya ku piştî sala 2003'an, Herêma Kurdistanê wek penagehek aram ji bo Aşûriyan û pêkhatan bi giştî pêşkêş kiriye.


Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî tevî ku kêfxweşiya xwe nîşan da, seredana şandê bo Herêma Kurdistanê wek girîng û pêwîst ji bo karê hevbeş bi nav kir û tekezî li ser siyaseta û helwesta neguhêrbar a Herêma Kurdistanê ya di parastina pêkhatan û çanda pêkvejiyanê de kir. Herwiha pesnê rol û beşdariya Aşûriyan û pêkhatan di hemû qadên jiyanê de li Herêma Kurdistanê da kir.


Amadebûn û beşdariya revend û diyasporaya Aşûrî û pêkhatên li Amerîkayê û derveyî welat bi giştî, babetekî din ê civînê bû.