Nîvroya îro Yekşemê, 24.08.2025, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Senatora Komarî ya Amerîkî xanima Joni Ernst, endama Komîteya Hêzên Çekdar li Encûmena Pîran a Amerîkayê û şandeke pê re kir.
Di civînê de, piştgiriya Amerîkayê ji bo parastina aramî û seqamgîriya Iraqê, rewşa ewlehiyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê, gef û metirsiyên DAIŞê li Iraq û Sûriyê û pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û bandorên wan li ser navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevkariya hevbeş a Amerîka, Iraq û Herêma Kurdistanê kirin ji bo parastina aramî û seqamgîriya welat û rûbirûbûna livîn û gefên rêxistina terorîst a DAIŞê ku hîn jî metirsiyeke rasteqîn e ji bo ewlekarî û aramiya Iraq û Sûriyê.
Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanîna xwe ji bo Amerîkayê dûbare kir ji ber wan alîkarî û hevkariyên ku ji bo rûbirûbûna gef û metirsiyên terorê pêşkêşî Iraq û Herêma Kurdistanê dike.
Ji aliyê xwe ve, xanima Ernst tekezî li ser pabendbûn û berdewamiya piştgiriya Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Her wiha aramî û seqamgîriya navxweyî û yekbûn û yekrêziya hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê wek pêwîst û girîng bi nav kir.
Di civînê de, ku Konsula Giştî ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê jî amade bû, çend mijarên din ên girîng ên hevbeş hatin nirxandin.