
Êvariya îro în 11.04.2025 li çarçêweya beşdarî kirina korbenda Antalya de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Receb Tayib Erdogan Serokkomarê Tirkiyê re civiya.
Li civînê de, behsa girîngiya peywendiyên Tirkiye bi Iraq û Herêma Kurdistanê re li hemû waran da kirin û balkişandin li ser projeya rêya geşepêdanê. Her wiha tekez li ser daxwaza du aliyane ya berfireh kirina alîkariyên hevbeşên di navbera xwe da kirin, bi awayekê xizmet bi berjewendiyên hevbeşên her du aliyan bike.
Li mijareke dinê civînê de, behsa proseya aştî û civîna dawî ya Serok Erdogan bi şanda Îmralî re kirin. Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pesindana rola Serok Erdogan li vî derbarî de, proseyê bi dîrokî da zanîn û tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê ji bo her hevkariyeke bi navê serxistina proseyê da amadeye.
Rêzdar her wiha got: Proseya aştî derfeteke divê hemû alî gelek bi ciddî werbigrin û nabê bi tu awayekê ev derfet ji dest bê dayîn. Her li vî derbarî de dûpat kir ji bo serxistina proseya aştiyê, pêwîste PKK bangewaziya birêz Ocalan pêkbîne û bi tevahî pêdagirê wê be.
Pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û rewşa Sûriye bi taybetî, girîngiya parastina aramî û ewlehiyê û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîngiyeke hevbeş bûn, mijarên dinê vê civînê bûn.



