Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Serok Wezîr Sûdanî re civiya

2025-02-22T10:40:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Berî nîvro ya îro şemî 22.02.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li Bexdayê bi birêz Mihemed Şiya Sûdanî Serok Wezîrê Iraqa Federal re civiya.

Li civînê de girîngtirîn pirs û babetên li ser asta niştimanî, girîngiya berdewam ya bi cîhkirina rêkeftinên hevbeş û bernameya hikûmetê li hemû kert û waran da guftûgo kirin, bi taybetî piştî pejirandina hemwarkirina dawî ya yasaya budceya giştî ya federal ya li Encumena Nûneran‌, bi ‌awayek xizmeta berjewendiya niştimanî bike, aborî ya welat bihêztir û pêdiviyên wê dabîn bike.

Her di vê demê her du aliyan dakokiyê li ser pêwîstiya bi leztir kirina destpêkirina berhemanîna neftê ji aliyê kompanyayên neftî ve li Herêma Kurdistanê û henardekirina nefta Herêma Kurdistanê li rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê re kirin ku bi xêra tevahiya Iraqê de dibe‌.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina hemû pirsên bi Bexdayê re kir. Berdewamiya peywendî û hemahengî û hevkariya aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Federal re li hemû ٔastan da kir ku xizmetê bi geşepêdan û pêşkêşkirina xizmetguzarî û pejirandina aramiyê li tevahiya welat da bike.

Rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê û pêşhatên navçeyê bi giştî, mijarên din yên vê civînê bûn.