Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Bulgaristanê re civiya

2025-02-15T11:27:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Îro şemiyê 15.02.2025ê di çarçoveya bernameya xwe ya li bajarê Munchenê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Rumen Radev Serokê Bulgaristanê re civiya.

Di hevdîtinê da, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Bulgaristanê re, bihêzkirina hevkariyên hevbeş di warê aborî da û pêşhatên siyasî û emnî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên bi Bulgaristanê re û rola Bulgaristanê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li şerê dijî terorê da û vekirina deriyên nû ji bo hevkarîkirina di warên hevbeş da bilind nirxandin.

Serok Rumen Radev amadehiya Bulgaristanê ji bo bihêzkirina têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re nîşan da û amaje bi girîngiya hevkariyê di warên emnî û aborî da kir û rola Herêma Kurdistanê di parastina aramiya Iraq û navçeyê da bi roleke bi bandor wesif kir.