Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Parlementoya Iraqê re civiya

2025-01-13T09:13:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê da, li roja duşemê 13.01.2025ê, bi birêz Mehmûd Meşhedanî Serokê Parlementoya Iraqê re civiya.

Di civînê da peywendiyên Herêma Kurdistanê bi rayedarên federalî re gotûbêj kirin û tekez li ser bihêzkirina hevkariyên ji bo çareserkirina kêşeyên hêlawestî li gor destûra Iraqê hate kirin. Her du alî li ser pêwîstiya geşepêdana hevkariyên hevbeş yên ji bo aramî û geşepêdana welat de alîkar bin, hemfikir bûn.

Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser rola Parlementoya Iraqê ya bihêztirkirina diyaloga niştimanî û dabînkirina dadwerî û wekheviya tevahiya pêkhateyên gelê Iraqê û çareserkirina kêşeyên welat bi taybetî kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê da.

Di vê derbarê da Serok Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Serokê Parlementoya Iraqê kir ku, rola xwe di serastkirina yasaya bûdceya federalî ya sala 2025an da bilîze da ku dadperwerî di warê dabînkirina maf û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê da hebe. Bi taybetî jî mijara dabînkirina mûçeyên mûçegirên Herêma Kurdistanê weke hemû Iraqê.

Di mijareke dinê civînê da, her du aliyan behsa pêşhatên deverê û Sûriyê de tekez li ser hemahengiya di navbera hemû aliyan ya ji bo rûbirûbûna astengî û aloziyan kirin.