Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Serokomar Erdogan ra civiya

2023-02-15T06:26:42.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 14.02.2023ê li Enqerê, bi Recep Tayip Erdogan Serokomarê Tirkiyê ra civiya.

Di civînê da, Serok Nêçîrvan Barzanî dubare peyama sersaxiyê ya cenabê Serok Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê bi Serok Erdogan û gelê Tirkiyê ra gihand ji bo wê karesata ku di encama erdheja 6ê vê mehê da li çendîn navçeyên Tirkiye û Sûriyê qewimî û bo sedema mirina bi hezaran û ziyanên mezin. Herwiha hevkarî û piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê dupat kir.

Serok Erdogan, ji aliyê xwe ve, spasiya serdana Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Tirkiyê û serdana lêqewimiyan û deverên erdhejê kir û tekez li ser wê yekê kir ku welatê wî rêzê li alîkariyên mirovî û alîkariyên Herêma Kurdistanê û tîmên wê digre ku ji destpêkê ve gihîştine navçeyên ziyan dîtine û alîkariya lêqewimiyan kirine.

Her du serokan derfetên pêşdebirina têkiliyên Tirkiyê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş di civînê da gotûbêj kirin.