![](https://presidency.gov.krd/uploads/files/1739618618384.jpeg)
Di duyemîn roja Konferansa Asayîşa Munchenê da, îro şemiyê 15.02.2025ê piştî nîvro, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Nîkol Paşînyan Serokwezîrê Ermenistanê re civiya.
Di civînê da, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Ermenistanê re û çawaniya bihêztirkirina hevkariyan di warên aborî, çandî, kar û bazirganî da gotûbêj kirin û di derbarê geştên asmanî yên di navbera Hewlêr û Êrîvanê da danustandina bîr û ramanan kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo bihêztirkirina peywendiyên bi Ermenîstanê re diyar kir û balkişand li ser wê yekê ku her du alî dikarin di warên curbicur da hevkar bin bi taybetî di wan waran da yên ku ji bo her du aliyan pêwîstin.
Serokwezîr Nîkol Paşînyan, xwesteka Ermenistanê ya ji bo berfirekirina peywendiyên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re nîşan da û rola Herêma Kurdistanê, wek nimûneya pêkvejiyan û aramiya li navçeyê, bilind nirxand.
Rewşa siyasî û ewlekarî ya Rojhilata Navîn bi çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş di vê hevdîtinê da hatin behs kirin.
![](https://presidency.gov.krd/uploads/files/1739618682131.jpeg)