Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

2025-07-09T11:38:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Nîvroya îro çarşem 09.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de pêşhatên dawî yên rewşa emnî ya Iraqê gotûbêj kirin û tekez li ser girîngiya berdewamiya hemahengî û alîkariya di navbera artêşa Iraq û Pêşmerge û hêzên emniyan kirin. Herwiha behsa hewl û hengavên dawî ya proseya aştî ya li Tirkiyê kirin.

Li mijareke dinê hevdîtinê de balkişandin li ser rewş û pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û encam û bandorên wê yên li ser welatên navçeyê. Her du alî li ser berdewamiya siyaset û karkirina ji bo dûrxistina Iraqê û ji kêşe û aloziyên navçeyê û çareserkirina kêşeyan ji bo parastina aramî û ewlehiya welat de hevra bûn.

Parastina aramî û asayîşa tixûban û çend pirseke dinê emnî, aliyeke dinê hevdîtinê bû ku birêz Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî di vê civînê de amade bû.