Êvariya roja duşemê 13.01.2025ê li Bexda ya paytexta Iraqê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Şêx Xemîs Xencer Serokê Hevpeymaniya Siyade re civiya.
Di civînê da behsa girîngiya bihêzkirina hevbeşî û hevkariyên niştimanî ya di navbera hemû pêkhateyên gelê Iraqê da kirin û tekez li ser pêwîstiya parastina mafên hemû pêkhateyan û mîsogerkirina beşdariya wan ya di jiyana siyasî û rêveberiya welat da kirin.
Her du aliyan li ser astengî û aloziyên niha li pêşiya Iraqê hene danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha girîngiya bihêztirkirina diyaloga di navbera aliyên curbicur da ya ji bo derbaskirina nakokî û pirsgirêkan û bidestxistina aramî û pêşketina li Iraqê bi pêwîst zanîn.
Pêşhatên dawî yên navçeyê û bandora wan li ser Iraqê û girîngiya hemahengiya hevbeş ya ji bo rûbirûbûna astengiyan mijareke din ya vê hevdîtinê bû.
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Şêx Xemîs Xencer re civiya
2025-01-13T20:10:00.000000Z