
Îro danê sibê roja pêncşemê 12.12.2024 ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Boris Pistorius Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê û şandeya pê re kir ku, ji hejmarek ji endamên Parlementoya Federal ya Almanyayê û rayedarên leşkerî û dîplomatîk pêkhatibûn.
Di hevdîtinê da ku birêz Şêx Cefer Şêx Mistefa Cîgirê Serok, birêz Wezîrê Karûbarên Pêşmerge, Serok Erkanê Hêzên Pêşmerge, Balyozê Almanyayê li Iraqê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Almanyayê amade bûn, li ser pêşhatên dawî yên rewşa Sûriyê û bandor û bertekên wê rewşê ya li ser kar û çalakiyên hêzên hevpeymaniya navdewletî ya ji navbirina DAIŞ ê, rewşa Iraqê bi giştî û peywendiyên Almanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, yên di warên cûda cûda de gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya berdewamiya piştevaniya Almanya ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, di hemû waran da kir, bi taybetî piştgiriya Almanya ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞ ê da û hevkariya hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê re ya di proseya yekxistina hêzên Pêşmerge û alîkariya ji bo pêkhateyan bi taybet pêkhateya Êzdî de, bilind nirxand.
Birêz Wezîrê Berevaniyê yê Almanyayê pêdagiriyê li ser berdewamiya piştevanîkirin û berfirehkirina hevkariyên hevbeş yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re di hemû waran da kir û kêfxweşiya xwe jî, ji bo rola hêzên wan li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser berdewambûna hevkariyên hevbeş kir.
Hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, xebatên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û komek mijarên ku di berjewendiya hevbeş da ne, mijarên din yên vê hevdîtinê bûn.








