Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derveyê Rûsya re civiya

2025-04-12T08:36:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Spêdehiya îro şemî 12.04.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li çarçêweya karnameya xwe ya li Korbenda Dîplomasiya Antalya yê bi birêz Sergey Lavrov Wezîrê Derveyê Rûsya yê re civiya.

Li civînê de peywendiyên Rûsya bi Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî li warê aborî da guftûgo kirin. Her wiha di derbarê rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêşhatên siyasî û ewlehiyên niha de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her du alî tekez li wê yekê kirin ku girîngiyê li peywendiyên di navbera Rûsya ya Federal û Iraq û Herêma Kurdistanê didin û xwesta du aliya ji bo berfireh kirina alîkariyên hevbeş li warên cûda cûda de dûpat kirin.

Peywendiyên Hewlêr ـ Bexda û rewşa Sûriye û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinên civînê bûn.