
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya civînên xwe da di çarçoveya Konferensa Asayîşa Munchenê roja yekşemê 16.02.2025ê bi Dr. Tobias Lindner Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Almanyayê re civiya.
Di civînê da, têkiliyên Iraq û Kurdistanê bi Almanyayê re û çawaniya bihêzkirina hevkariyên hevbeş di hemû waran da gotûbêj kirin. Herwesa di derbarê rewşa Sûriyeyê û derencamên wê rewşê li ser deverê û pêşhatên herêmî bi giştî de danûstandina bîr û ramanan kirin.
Her du alî li ser girîngiya parastina aştî û aramiya li Sûriyeyê û beşdarbûn û hevbeşiya hemû pêkhateyên wî welatî di rêveberî û avakirina paşeroja Sûriyeyê da hevfikir bûn. Di vê derbarê da, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser parastina kiyan û mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan li Sûriyeyê kir.