Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî bi xatûn Nadiya Murad ra behsa rewşa Êzdiyan kir

2023-02-18T09:15:15.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Di çarçoveya Konferansa Ewlekarî ya Munichê da, êvariya Înê 17.02.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî di dîdarekê da digel xatûn Nadiya Murad, Çalakvana Êzdî û xwediyê xelata Nobelê ya aştiyê, rewşa dawî ya Êzdiyan û navçeya Şingalê û berdewamiya prosesa azadkirina revandiyên Êzdî gotûbêj kirin.

Her du aliyan behsa rewşa koçberên Êzdî kir û tekîd li ser girîngiya karkirina ji bo normalîzekirina rewşa Şingalê û avadankirina wê deverê ku rewşek guncayî peyda bibe ku koçberên Êzdî bo ser mal û milkê xwe vegerin. Herwesa ronahî xiste ser wan alîkarî û hevkariya civaka navdewletî ku pêşkêşî bi Êzdiyan û bi taybetî bi devera Şingalê dikin.