2023-10-23T08:38:34.000000Z
Êvariya îro roja yekşemê 22.10.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê beşdariyê di merasima derçûyên Zanîngeha Soranê da kir.
Di merasimê da ku, hejmareke ji berpirsên hikûmî û hizbî yên wê deverê, diplomatkar û nûnerên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê, mamostayên zanîngehê, akademîst û kesûkarên xwendekarên Zanîngeha Soranê amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir û eva li jêr jî naveroka wê gotarê ye:
Derçûyên ezîz!
Malbat û kesûkarên derçûyan û beşdarên hêja!
Êvar baş!
Hemû alî bi xêrbên!
Ez dixwazim bi taybetî bixêrhatina şandiyên diplomasiyê ku li Hewlêrin û îro zehmet keşane ji bo beşdarîkirin di vê merasimê da hatine vir. Bi germî bixêrhatina wan dikim.
Cihê kêfxweşiyeke mezine ku, îro vê êvarê em li vir bi hev ra ne, da ku digel derçûyên hêja yên Xuleka Nû ya Zanîngeha Soran û hejmarek ji temamkerên Xwendina Bilind ya sala 2022-2023 ê, beşdariyê di şahî û serkeftina derçûna 1366 ciwanên jêhatî da bikin. Bi germî û ji dil pîrozbahiyê li we hemûyan dikim û hêviya serkeftinên berdewam ji we ra dixwazim.
Ez destxweşî û pîrozbahiyê li dê û bav, kesûkar, mamosta, serokatî û xebatkarên zanîngehê dikim ku, ew jî bi teşwîq, xemxorî û piştevaniya we serkeftina we parve dikin. Îro ji bo we derçûyên hêja û ji bo me hemûyan bi hev ra rojeke xweş e û em hemû bi we serbilind in.
Birêzan!
Di sala 2009an da dema ku, me biryara damezrandina Zanîngeha Soranê da, me hêvî kir ku êvariyeke wek îro bibînin ku, tê da bi sedan xort û keçên vî welatî di gelek beş û taybetmendiyên cuda da, xwendina zanîngehê temam dikin û qonaxeke nû ya jiyanê dest pê dikin. Hîngê biryara damezrandina zanîngehê beşek bû ji bernameya komeke xizmetguzariyên din yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vê devera rengîn.
Niha jî piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona ku, zêdetir girîngiyê û pîte bi vê deverê bide, Rêveberiyeke Serbixwe ji bo deverê ava kir. Ez dixwazim wê yekê bibêjim ku, min wê demê piştgirî neda avakirina îdareyeke serbixwe, kek Helgurd ku niha ew berpirsiyarî heye careke hat cem nin û piştî min pê ra axivî, min jê ra got ku, niha bawerî ji min rê peyda bûye û karekî gelek başe û bi rastî ez dixwazim desxweşiyê lê bikim. Çendîn proje yên cuda-cuda, di warê rê, av, elektrîk, avadankirin û gelek warên din da projeyên cuda cîbicî dike. Em destxweşî û piştgiriyê lê dikin û serkeftinê jê ra dixwazin. Herwesa spasiya kek Kirmanc jî dikim ku, berê li vir perpirsyariya xwe hebû, wî jî, bi rastî, şûntiliyên wî jî diyarin di wan karên li vê deverê da hatine kirin. Hûn hemû bi hev ra temen dirêj bin û di xizmetkirina Kurdistanê û xizmetkirina miletî da serkeftî bin.
Xweşbextane niha, piştî çardeh salan, em rol û bandora zanîngehê li ser deverê dibînin. Berhevî û asta Zanîngeha Soran diyar e. Îsal jî, wek çendîn carên pêştir, li ser asta zanîngehên Herêma Kurdistanê bû yekemîn. Ev jî cihê kêfxweşî û serbilindiya me hemûyan e. Ez pîrozbahiyê li birêzan; serok, serokatî, mamosta, xwendekar û xebatkarên zanîngehê dikim ji ber rola wan a aktîf. Ez hêvî dikim ku, di zixmetkirina welat û Kurdistan û miletê me da, her gav we serkeftî bibînim.
Di cîhê xwe da ye ku, li vir spasiya yekem stafê damezrîner yê Zanîngeha Soranê bikim. Birêz serokê berê yê zanîngehê û xebatkarên digel wî ji bona danana bingehek mûkim ji bo avakirina zanîngeheke baş li vê deverê, bi dilsozî dest bi kar û xebatê kirin, gelek xebitîn, gelek westiyan, gelek ked da û di vî karî da bi ser ketin.
Devera Soran û derdora wê navendeke girîng û bibandor ya şoreşên Kurdistanê û navenda têkoşîna gelek nifşên gelê Kurdistanê ye ku, ji bo azadî û serfiraziyê xizmet û xebat dikir. Îro dema ku em desteyek din ji derçûyên zanîngehê bi rê dikin, ev bi saya cangorî û qurbanîdanên mezin yên xelkê vê deverê ye yên ku ji bona serfirazî û serkeftina miletê me xebat dikir, xwîna xwe rişt, em îro li vir bi hev ra bi şanazî ve serê xwe li hemberî wan ditewînin.
Derçûyên hêja!.
Doh bav û kalên we li vir dîrokek tejî serwerî tomar kirin. Wan di tekoşîn, erk, pêşmerge û koçberiyê da gelek êş û azar kişandin da ku hûn azad bin û bibin xwedî paşerojeke baştir, îro hûn yên ku zanîngeh qedandine xewn û hêviyên we yên ji bo Kurdistanek azad û pêşketî, civakek sivîl a vekirî û welatekî aştiyane û xurt û herêmeke bihêz pêk bînin.
Nefîkirin ku qedandina zanîngehê û wergirtina bawernameyê erk û keda we qediyaye. Na, ev tenê destpêka rêya qonaxa kar, afirandin, avakirin û xizmetkirinê ye ji bo welatê me. Divê her yek ji we di warê xwe da bi pêş ve biçe û bi awayekî aktîf beşdarî pêşxistin û geşepêdana welat bibe.
Hûn serkirdeyên paşerojê ne, paşeroja welat di destê we û di sitûyê we da ye. Îro hûn bi ked û xizmeta xwe, bi zanist û zanîna xwe, bi dilsozî û welatparêziya xwe paşeroja welêt dirust dikin. Lewma erk û berpirsyariya we mezin e ku, kar û xebat û kedeke ciddî dixwaze. Em bi bawer in ku hûn dê di asta wê berpirsiyariyê da bibin. Bi hebûna ciwan û nifşê jîr û jêhatî wek we, paşeroja Kurdistanê baştir û geştir dibe û ez piştrastim dê ronaktir bibe.
Ciwanên Kurdistanê divê bi hêvî bin û ji bo paşerojeke baştir hewl bidin û teslîm nebin. Qet nehêlin pirsgirêk û qeyran we bêhêvî bikin. Destûr nedin ramanên tundrew yên ku, ji civaka Kurdistanê ra biyanî ne, cihê xwe bikin. Piştrast bin ku arîşe û kirîz dê derbas bibin û bi hewl û xebatên we û gelê dilsoz ê Kurdistanê emê bigihin paşerojeke baştir.
Em spasiyên xwe pêşkêşî welatiyên dilsoz yên Kurdistanê dikin ku, weke her carê, têgihîştinek ji rewşê re heye, kêşe û rewşa dijwar ya darayî li ber çavan girtine û li hember wan li ber xwe didin. Em gelê Kurdistanê piştrast dikin ku hewldanên çareserkirin û derbaskirina pirsgirêk û qeyranan berdewam in.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vî warî da, bi Hikûmeta Federal ya Iraqê ra di nava peywendî, hevdîtin û diyaloga ciddî da ye. Em spasiya helwesta berpirsane ya birêz Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî dikin ku, hemû niyeta xwe ya ji bo têgihîştinê û çareserkirina pirsgirêkan digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan daye. Em hêvîdarin ku li gorî destûr û sîstema federalî bigihin çareseriyekê ku di berjewendiya hemû Iraqê da be.
Ji ber vê yekê ez daxwazê ji birêzan mamosta û karmendên perwerde û xwendina bilind, li her cihekê Kurdistanê be, ku, qeyran û paşxistina mûçeyan ew bêzar kirine, dikim ku, perwerde, xwendin û hînkirina nifşan nekin goriyên vê rewşê. Bila êdî deriyên dibistan, enstîtu û zanîngehan neyên girtin. Em ji nêzîk ve haydarî şert û mercên jiyana we ne û piştrast bin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû hewlên xwe ji bo baştirkirina vê rewşa ku niha heye bide.
Birêzan!.
Zanîngeh navenda zanist, zanîn û perwerdeyê ye. Divê derçûyên zanîngehê bibin mînaka mirovekî serketî, afirîner, avaker, rexnegir, destpêşxer û xwediyê hizreke vekirî bin. Divê di her warî da ji bo çareseriya her pirsgirêkê rola xwe bilîzin. Di dewlemendkirina çand û asta hişyariya kes û civakê da beşdarên çalak bin.
Ji ber vê yekê, divê zanîngeh her dem girîngiyê bi kalîteya bilind û asta bilind a xwendinê bidin. Bi her awayî divê ji pêşkeftinên herî dawîn yên zanist û teknolojiyê sud werbigrin û her dem xwe digel nêrînên nû yên herî dawî di hemû waran de xwe nûjen bikin. Girîngiyeke taybet bi warên xwendina zanistî û mirovî bidin û digel zanîngeh û navendên zanistî yên cîhanê ra di peywendî û hevkariyeke berdewam da bin.
Mirovahî niha, bi tevahî, di cîhanek nû da ye. Teknolojiyaya nû û jîriya destkird her roj bi pêş ve diçin, fersendên ciddî û metirsiyên tevlihev bi xwe re tînin. Di warên kîmya, fîzîk, biyolojî, zanistên mirovî û zanistên civakî da her dem nûbûn heye. Pirsgirêk û kirîzên ciddî yên wekî metirsiyên guherîna av û hewayê, metirsiyên li ser ewlehiya Siber, belavbûna nexweşî û derdên nû, ji holê rakirina xizaniyê, pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî û îdarî, her tim derfet û kêşeyên nû diafirînin.
Divê zanîngehên me xwedî navendên lêkolînê yên pir baş bin û bi berdewamî di van waran da lêkolînan bikin. Divê di dîtina çareyan ji bo pirsgirêk û qeyranan û çawaniya rûbirûbûna xeteriyan da rola xwe bilîzin. Tenê bi zanist û zanînê em dikarin bibin xwedî paşerojeke baştir û di nav civakên pêşketî da cihê xwe bibînin. Ji ber vê yekê em piştgiriya xwe ya ji bo pêşxistina astê zanîngehan, li vir li Zanîngeha Soran, dubare dikin.
Amadebûyên hêja!.
Di demekê da ku, dever di rewşeke pir aloz ra derbas dibe, lê em li Iraqê û bi taybetî li Herêma Kurdistanê ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekrêzî û têgihîştina hevbeş heye. Divê hemû alî, li Iraq û Herêma Kurdistanê, bi hûrî hemû îhtîmalan û tiştên ku ji bo parastina aştî û aramiya welatê me pêwîste li ber çavan bigrin.
Divê em hemû li Iraqê berjewendiyên bilind yên gel û welat di ser her tiştî ra deynin. Divê em pir hişyar bin û nehêlin welatê me bikeve nava nakokiyan û bibe beşek ji pirsgirêk û kaosa herêmî. Ev yek ji bilî ziyan, bê îstîqrarî û çarenivîseke nediyar ji Iraqê ra, tu mifayek din ji bo Iraq û ji bo Herêma Kurdistanê têda nabe.
Li Herêma Kurdistanê jî, divê li hevtêgihiştinek hevbeş ya ji bo ji navbirina nakokiyên siyasî, çareserkirina pirsgirêkan û rûbirûbûna astengiyan hemû alî û pêkhateyên siyasî bicivîne ba hev. Tenê yekîtî, yekrêzî û karê hevbeş dikare maf û destkeftiyên me yên destûrî biparêze.
Di dawiyê da ez dixwazim careke din pîrozbahiyê li derçûyan, malbatên wan û birêzan; serok û mamostayên ezîz û karmendên Zanîngeha Soranê bikim û, hewesa, pîrozbahiyê li wan xwendekarên ku îsal hatine wergirtin jî dikim û ji wan re dibêjim: Hûn bextewerin û şansekê gelek baş we heye ku hûn di zanîngeheke serkeftî da weke Zanîgeha Soranê, hatine wergirtin û dirêjiyê bi xwendina xwe didin. Hêvîdarim ku, hertim di nav serfirazî û bextewariyê da, we bibînim.
Yek gotin heye eger ez nebêjim ez dibêm qey min xedir li kesekî kiriye ku li vir rûniştiye, Dr. Îdrîs Hadî ku hîngê Wezîrê Xwendina Bilind bû, wê dema Zanîngeha Soran hate damezrandin ez bi xwe haydar bûm ka çend hewl da, çend xebitî û çend xizmet kir, ji dil spasiya wî dikim.
Êvarek xweş ji bo we hemûyan dixwazim û hêvîdarim, bi piştevaniya Xwedê, serkeftî bin û temen dirêj bin. Xwedayê mezin we biparêze û di xizmetkirina welatê me Kurdistanê da we biserbixe. Temen dirêj bin û Kurdistan hertim avadan be.
Gelek spas.