Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî cejna Ekîtoyê pîroz dike

2025-04-01T06:30:00.000000Z
Nûçe

Bi helkeftina sala nû ya 6775an a Babilî-Aşûrî û cejna Ekîtoyê, germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî hemwelatiyên hêja yên Kildan, Aşûrî û Siryan li Kurdistanê, Îraqê û li seranserê cîhanê dikim. Hêvîdar im ku cejna xwe bi xweşî û aramî derbas bikin.

Cejna Ekîtoyê helkeftineke dîrokî û kevnar a şaristaniyeke bi nirx e, ku kûrahiya rehên çandî û mirovî yên yek ji pêkhateyên herî kevnar ên herêma me nîşan dide. Ev pêkhate ji destpêka dîrokê ve beşdarî avakirina şaristaniyên herêmê û parastina pirrengiya wê bûye.

Di vê helkeftinê de, careke din li Herêma Kurdistanê, em pêgîriya xwe ya ji bo parastina maf û azadiyan û pêşxistina çanda pirrengî, bihevrejiyana aştiyane, lêborîn û qebûlkirina hevdu di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê de tekez dikin.

Bila îsal cejna Ekîtoyê derfeteke nû be ji bo xurtkirina hezkirinê, jiyana hevpar û rêzgirtina hevdu ya navbera hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê, herwiha bila bibe çavkaniya hêviyekê ji bo pêşerojeke baştir, tije pêşveçûn, aramî û rehetî ji herkesî re.

Cejna Ekîtoyê li tevan pîroz be, her sal bi xweşî.


Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
1'ê Nîsana 2025