Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî cenazeyên şehîdên Zaxoyê ber bi Bexdayê bi rê dike

2022-07-21T11:23:04.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja pênçşemê 21.07.2022ê li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, beşdarî di merasima birêkirina cenazeyên şehîdên teqîna duhî ya sînorê Zaxoyê kir û ber bi Bexdayê bi rê kirin.

Di merasima ku, birêzan Wezîrê Derve yê Iraqê, Nûnerê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê, Sûpasalarê Pêşmerge, Cîgirê Serokê Parlamentoyê, hejmarek ji wezîran, parêzgehê Hewlêrê, berpirsên hikûmetê û fermandarên leşkerî amade bûn, qeftên gulan li ser cenazeyên şehîdan danan.

Di çarçoveya wê merasimê da, Serok Nêçîrvan Barzanî malbatên şehîd û birîndaran dîtin û sersaxî ji wan ra xwest û hevsozî û hevxemiya xwe nîşan da. Serokê Herêma Kurdistanê amadehiya xwe ji bo her alîkarî û pêwîstiyekê û çareserkirina birîndaran li navxwe û derveyî welatî nîşan da.

Wek tê zanîn, duhî roja çarşemê 20.07.2022ê havîngeheka geştiyarî li devera Zaxoyê hat bombebaran kirin ku di encam da 9 geştiyarên Iraqî şehîd bûn û hejmareka din jî birîndar bûn ku zarok û jin jî di nav da hene.