Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî dakokiyê li pêkvejiyan û mafên pêkhatan dike

2025-07-31T08:50:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Berî nîvroya îro pênçşem 31.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Aydin Ma'rûf Wezîrê Herêmê yê Karubarên Pêkhatan û şandeke pê re kir û li hevdîtinê de, rewşa pêkhatan û hevbeşî û beşdariya wan ya li jiyana siyasî û kargêriya Herêma Kurdistanê da gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî pêdagiriya Herêma Kurdistanê ya bi parastin û pêşxistina kultûra pêkvejiyanê û hevdû qebûlkirin û lêborîniya di navbera tevahiya pêkhatên Kurdistaniyan da dûpat kir. Her wiha dakokiyê li welatîbûn û maf û erkên hemû pêkhatan kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Aydin Ma'rûf, ji bilî derbirîna pesn û rûmetên pêkhatan ya ji bo kultûra pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê, tekez li ser rol û hevbeşî û beşdariya pêkhatên gelê Kurdistanê li hemû kiyanên jiyanê da kir.