Berî nîvroya îro, Pêncşema 15/01/2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li heyeta rêveberiya Komeleya Amedsporê kir.
Di hevdîtinê de, desteya rêveberiya Amedsporê armanca serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê anî ziman, ku ew jî ji bo bihêzkirina peywendiyên komeleya wan bi aliyên peywendîdar ên warê werzîşê û rêxistinên sivîl ên li Herêma Kurdistanê re ye. Herwiha, wan bi kurtî li ser dîroka damezrandinê, kar û çalakiyên Amedsporê û peyama komeleya xwe, ku peyama aştî û biratiyê ye, pêşkêş kirin.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî destxweşiyê li Amedsporê kir û hemû piştgiriya xwe ji bo serkeftina kar û çalakiyên wan nîşan da. Rêzdar herwiha tekezî li ser girîngiya werzîşê kir weke kanalek ji bo gihandina peyama aştî û biratiyê û xebat ji bo pêşxistina ruhê werzîşî, hevkariyê û prensîbên mirovî de.