Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî destxweşiyê li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê dike.

2024-09-15T14:57:00.000000Z
Nûçe

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya serdana xwe ya Zaxoyê da roja yekşemê 15.09.2024ê, digel birêz Guhdar Şêxo Serokê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê û berpirsên fermangeh û yekîneyên îdarî yên wê îdarê civiya.

Di civînê da serperişt û berpirsên îdareya Zaxoyê bi kurtî behsa kar, proje û çalakiyên xwe û rewşa îdarî û xizmetguzarî li bajarê Zaxo û tixûbên wê Îdareyê bi giştî pêşkêş kirin û herwiha behsa plana kar û projeyên xwe yên paşerojê jî kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, destxweşiyê li serpereştiyar û berpirsên îdarî kir ku tevî qeyran û pirsgirêkan, karîne devera xwe di hemû waran da pêşde bibin û piştgîriya xwe bo serxistina kar û erkên wan dupat kir.

Di derbarê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de jî ku, mijareke din a vê hevdîtinê bû, Serokê Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku prose bi serkeve û balkişand li ser wê yekê ku lazime hemû aliyek bi rêkarên yasayî ve pêdagir bin û di kampanyaya hilbijartinan da aram bin.