Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Alîkara Wezîrê Berevaniya Amerîkayê civiya

2023-02-18T09:12:54.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Êvariya Înê 17.02.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Konferansa Ewlekarî ya Munichê, di hevdîtinekê da digel xatûn Celeste Wallander alîkara wezîrê berevaniya Amerîkayê ya ji bo karûbarên asayîşa navnetewî da rewşa emnî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî gotûbêj kirin û behsa pêşhatê dawiyê yên şerê li dijî terorê û berengarbûna metirsiyên DAIŞê kir.

Xatûn Celeste Wallander tekîd kir ku Amerîka di çarçoveya rêkeftina stratejîk ya digel Iraqê li ser pêşkeşkirina hemû hevkarî û piştevaniya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam dibe û heta bi yekcarî nehêlana gef û metirsiyan bi hev ra rûbirûyê terorîstên DAÎŞ dibin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya hevkarî û piştevaniya Amerîkayê di şerê dijî terorîstan da kir û berdewamiya piştevaniya Washingtonê ji bo serkeftina proseya çaksaziyê di wezaret û rêkxistina Pêşmerge da bi pêwîst û girîng zanî.

Her di vê hevdîtinê de rewşa navçeyê bi giştî û girîngiya karkirina bi hev ra ji bo parastina aştî û aramiyê û rûbirûbûna metirsiyên ewlehiyê û çendîn mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş hat gotûbêjkirin.