Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê civiya

2024-02-18T11:44:27.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 18.02.2024ê di çarçoveya sêyemîn roja Konferansa Asayîşê ya Munchenê li Almanyayê di civînekê da digel xatûn Celeste Wallander Alîkara Wezîrê Bervaniyê yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Ewlehiya Navdewletî, gef û metirsiyên ewlehiyê li Iraqê û rewşa aloza Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.

Her du alî tekez li ser wê yekê kirin hevfikir bin ku, aramî û seqamgîriya ewlekarî û siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo navçeyê girîng e, di demekê da ku îhtimala berfirehbûna zêdetir derencamên şerê li Gezzeyê, gef û metirsiyê li ser navçeyê çêdike, divê hemû hewldan bêne kirin ku Iraq nekeve nav aloziyan û Iraq giraniya xwe bide ser têkoşîna li dijî terorê û metirsiya DAIŞê.

Herwiha di civînê da behsa bandora nerênî ya bi armanckirin û êrişkirina ser hêzên hevpeymanan li Iraq û Herêma Kurdistanê jî hate kirin. Wan tekezî li ser pêwîstiya rêgirtina li kiryarên ku gefê li rewşa ewlehî, aramî û serweriya welat dikin kir.

Hevkariyên hevpar yên di warê ewlehiyê yên Amerîkayê ji bo Iraqê di çarçoveya rêkeftina stratejîk a di navbera her du welatan da aliyek din yê civînê bû.