2024-03-30T16:59:27.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro şemiyê 30.03.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya xatûn Alina Romanowski Balyoza Amerîkayê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê da pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û navxweyî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pirsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û pêwendiyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.
Her du aliyan li ser girîngiya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û têbînî û dilgiraniyên aliyan danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê û parastin û mîsogerkirina mafên hemû aliyan kirin.
Gef û metirsiyên terorê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiya herdu aliyan çend mijarên din yên civînê bûn.