2022-05-25T11:18:54.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 25.05.2022 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Mark Bryson Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê û şandeya siyasî û leşkerî ya pê ra kir.
Ber bi pêşvebirina têkiliyên Brîtanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yê prosesa siyasî li Iraqê, rewşa navxweya Herêma Kurdistanê, şerê li dijî Daîş û bi taybetî li deverên maddeya 140 ê, gûhertinên av û hewa û bandora wan gûhertinan li ser Iraq û Herêma Kurdistan û deverê bi giştî di civînê de gotûbêj kirin.
Her du aliyan tekîli ser girîngiya hebûna dîtin û li hev têgihiştina hevbeş ya aliyên Iraqî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan kir û hevhizir bûn ku eger biryar û îradeya sîyasî hebe derfet heye hemû alî bigehin çareseriyekê û prosesa siyasî ji vê rewşa têda xetimî derbas bikin.
Her du aliyan dilgiranî û nerehetiya xwe li hember rewşa Şingal û bûyerên li wê deverê qewimîn ku bûne egerê ku careka din xelkê wê deverê koçber bibe, nîşan da. Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê tekîd li ser girîngiya bi hevra karkirina hikûmeta Federal ya Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona vegerandina aramiyê bo herêmê kir.
Serdana Serok Nêçîrvan Barzanî bo Silêmaniyê û civînên digel aliyên siyasî, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, têkiliyên Iraqê digel cîranan çend mijarên din yên civînê bûn.