Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Balyozê Brîtanyayê civiya

2022-07-27T10:54:46.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ Kar û Aborî PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Berî nîvroya îro çarşemê 27.07.2022ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanyayê li Iraqê û ‏şandeya pê ra kir.

Di civînê da pêşhatên dawiyê yên rewşa siyasiya Iraqê, destnîşankirina berbijêrê posta Serokwezîrê nû yê Hikûmeta Federaliya Iraqê, peywendiyên Hewlêr - Bexda û kêşeyên helawîstiyên di navbera wan da, bi taybetî di warê neft û gazê da, bombebarankirina vê ‏dawiyê ya kêlgeha gazê ya Kormorê û bombebarankirina heftiya derbasbûyî ya seyrangeheke ‏geştiyariya li Zaxoyê, hatin gotûbêj kirin.

Her du alî hevra bûn li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr - Bexda û pêkanîna hikûmetekê ku bibe sedema bicîhbûna aramiya siyasî û emnî ku bikare xizmetguzarî û derfeta kar pêşkêşî welatiyên Iraqê bike û bersîvdana daxwazên îraqiyan ‏be.‏

Di vî derbarê da Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya berdewamiya danûstandinên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê kir û ji bo çareserkirina kêşeyên ‏helawîstiyên di navbera wan bi taybetî di warê neft û gazê da, her wiha bi pêwîstî zanî ku ‏çareserkirina kêşeyên Hewlêr - Bexda li rêzbenda pêşiya karên hikûmeta paşerojê ya Iraqê be.‏

Hilbijartinên paşerojê û girîngiya yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, rewşa Şingalê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên hevsû û cîran, ‏pêşhatên dawî ya li Sûriye û çend pirsekên din yên girîng û hevbeş, mijarên din yên civînê bûn ku birêz David Hunt Konsolê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê jî têda beşdar bû.