Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Balyozê Brîtanyayê civiya

2023-05-07T08:20:20.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê danê sibê 07.05.2023 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Di civînê da, li ser pêşhatên dawî yên peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û hewl û gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pirsa hilbijartinan û rewşa Şingalê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her du aliyan bi erênî behsa pêşkeftin û li hev têgihiştina Hewlêr û Bexdayê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da kir û li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û li darxistina hilbijartinan di dema diyarkirî da hemfikir bûn.

Di derbarê rewşa Şingalê da, her du aliyan tekez li ser girîngiya parastina aştî û aramiya navçeyê û rêgirtina li gotarên kîn û dubendiyê di navbera pêkhateyan da çê dikin kir û cîbicîkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal da ji bo asayîkirina rewşa Şingalê bi pêwîst û girîng zanî.

Peywendiyên Brîtanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û çend pirsên din yên xwedî berjewendiyên hevpar mijarên din yên civînê bûn ku, tê da Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê jî amade bû.