Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê civiya

2024-04-16T12:06:53.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Îro piştî nîvroya sêşemiyê 16.04.2024ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Thomas Siller Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê li Iraqê kir.

Di civînê da nêrînên xwe yên di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê da li hev guhertin û her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku hilbijartin ji bo nûkirina rewatî û proseya demokrasiyê girîng û pêwîst e. Di vê derbarê da Balyozê YE yê xweşhaliya xwe bi hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî yên ji bo lidarxistina hilbijartinan û çareserkirina kêşeyên li pêşiya hilbijartinan nîşan da.

Her du alî behsa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina kêşeyên wan û Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê serdana dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê û hevdîtinên wî yên digel berpirsên payebilind yên Iraqê û hewlên wî yên ji bona çareserkirina pirsgirêkan bilind nirxand.

Pêşdebirina peywendiyên bazirganî yên Yekîtiya Ewrûpayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên navçeyê û girîngiya parastina aştî û aramiyê çend mijarên din yên civînê bûn.