![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2024/01/NB_Mihemed-Helbusi-13-1-2024.jpg)
2024-01-13T15:14:55.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro şemiyê 13.01.2024ê li bajarê Bexdayê, digel birêz Mihemed Helbûsî Serokê Partiya Teqedûm civiya.
Di civînênê da, rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina kêşeyên di navbera wan da hatin gotûbêjkirin û ronahî xiste ser metirsiya terorê û rewşa navçeyê bi giştî.
Her du alî, li ser girîngiya hevkariya di navbera aliyên siyasî da ji bo rûbirûbûna aloziyên niha û parastina aramiya siyasî li welat û dûrketina welat ji lêkeftên aloziyên navçeyê, hevfikir bûn.
Encamên hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê û deverên maddeya 140 a destûrê, aliyekî din yê civînê bû.

![](/uploads/old_images//2024/01/NB_Mihemed-Helbusi1-13-1-2024-scaled.jpg)