2024-02-17T12:44:59.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya bernameyê xwe yê duyem roja Konferansa Asayîşê ya Munchenê li Almanyayê, roja şemiyê 17.02.2024ê, cûda cûda digel grûpeke parlamenterên SPD û grûpek din ji CDU û CSU civiya û di her du civînan da pêwendiyên Almanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa herêmê nirxandin.
Parlamenteran nêrîna xwe ya di derbarê çawaniya pêşxistina peywendiyên di navbera Almanya û Iraqê û bi taybetî digel Herêma Kurdistanê û paşeroja hevkariyên hevpar di navbera wan da di warên cûda de anîn ziman, herwesa spasiya rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê da û alîkarîkirina pêkhateyan bi taybet pêkhateya Êzdiyan, kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya parlamento, hikûmet û gelê Almanyayê kir ku piştevaniya Herêma Kurdistanê kirine û bi taybetî jî amaje bi alîkariyên Almanyayê yên ji bo Êzdiyan kir.
Rewşa pêkhateyan li Herêma Kurdistanê mijareke din a civînan bû.