
Îro sêşemî 02.09.2025 piştî nîvro birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Admiral Charles Brad Cooper, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê û şandeke bilind a pê re kir ku ji hejmarek ji pilebilindên serbazî û şêwirmendan pêkhatibû.
Di civînê de, peywendiyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê ewlehî û serbazî de hatin gotûbêjkirin. Her wiha di derbarê metirsiyên DAIŞê û gefên wê li ser asayîş û ewlehiya li Iraq û Sûriyê û hevkarî û alîkariyên Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina şiyanên serbazî û ewlehiyê de, danustandina bîr û raman kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkarî û piştgiriya Amerîkayê li Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo têkbirina DAIŞê û pêşkêşkirina alîkarî, fêrkarî û perwerdehiya ji Pêşmerge re û hevkariya wan ji bo pêvajoya reform û çaksaziya di Wezareta Karûbarên Pêşmerge de û yekkirina Pêşmerge de kir. Her wiha amadehî û xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşvebirina hevalbendî û hevkariya wan a hevbeş de, dubare kir.
Li aliyê xwe Admiral Cooper, ligel spasiya rola Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna DAIŞê û têkbirina wê de, pêdagirbûna Amerîkayê ji bo piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê wekî hevalbend dubare kir û balkişand li ser wê yekê ku welatê wî bi girîngiyeke mezin li wan peywendiyan dinêre. Her wiha tekez kir ku hevkariya hevbeş a di navbera wan de, ji bo rûbirûbûna terorê û tunekirina yekcarî ya DAIŞê û gefên ewlehiyê de, bê xurttir kirin.
Di civînê de ku birêzan Şêx Cefer Şêx Mistafa Cîgirê Serok û Wezîrê Karûbarên Pêşmerge û hejmarek berpirs û Konsulosa Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê amade bûn, pêwendiyên Hewlêr – Bexda, rewşa Sûriyê û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û çend mijarên ji bo her du aliyan girîng hatin gotûbêjkirin.











