Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan civiya

2022-10-16T11:13:58.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 16.10.2022ê li bajarê Hewlêrê, di civînekê da digel birêz General Matthew McFarlane Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Suriyê û şandeya pê ra, pêşhatên dawî yên di warê emnî da û gef û metirsiyên terorê û rûbirûbûna Daîş li Iraq û Suriyê û dawî peymana li hevtêgihiştinê ya Pêntagonê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, prosesa makesaziyê li Wezareta Pêşmerge û yekkirina hêzên Pêşmerge gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya hevkarî û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo ji navbirina bi temamî ya Daîşê û jinavbirina metirsiyên wan li ser aştî û aramiya Iraq û Sûriyê û navçeyê kirin. Di vê derbarê de General McFarlane tekezî li ser pêgirbûna Hevpeymaniya Navnetewî ya li ser berdewamiya palpiştiya Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de kir û her du alîyan hevkarî û hemahengiya di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge bo şerê dijî terorîstên Daîşê bi pêwîstî zanî.

Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, dawî pêşkeftinên prosesa siyasî, hilbijartina Serokomarê Iraqê û erkdarkirina Serokwezîrê nû ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta nû ya Iraqa Federal, dawî pêşhatên herêmî bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn ku birêzan Wezîrê Pêşmerge yê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê têda amade bû.