2024-01-14T11:43:02.000000Z
Îro yekşemê 14.01.2024 li Bexdayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinekê da digel birêz Heyder Ebadî Serokê Hevpeymaniya Nesir li dor rewşa Iraqê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê de danustandina bîr û ramanan kirin û ronahî xistin li ser pêşhatên dawî yên herêmî.
Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya parastina Iraqê ji lêkeftên rewşa aloza navçeyê û girîngiya hevkariya aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê ji bo derbaskirina nakokiyan û çareserkirina pirsgirêkan bi diyalog û lihevtêgihiştinê kirin û hevdeng bûn ku nabe welatî di jîn û jiyara xwe de baca pirsgirêkên siyasî bidin.
Metirsiya terorê û gefên DAIŞê li ser aramî û seqamgîriya welat mijarek din ya hevdîtinê bû.