Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 24.09.2024ê di serdanekê ya parêzgeha Silêmaniyê de, li avahiya parêzgehê digel birêz Heval Ebûbekir parêzgarê Silêmaniyê û hejmarek berpirsên yekîneyên îdarî yên parêzgehê re civiya.
Di civînê da rewşa giştî ya parêzgeha Silêmaniyê bi taybetî di warê îdarî û xizmetguzariyê da û herwiha amadekariyên ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û destpêkirina helmeta hilbijartinan hate gotûbêjkirin. Herweha di civînê da behsa pêdiviyên hejmareke projeyên wê parêzgehê kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser girîngiya serkeftina hilbijartinan û proseya dengdanê û tekez li ser wê yekê jî kir ku pêwîste li Silêmaniyê û tevahiya Herêma Kurdistanê kampanyayeke şaristanî ya hilbijartinan bê li darxistin. Serokê Herêma Kurdistanê Piştgiriya xwe ji rêveberiya parêzgehê re nîşan da û biryar da ku hejmarek ji daxwazên wan cîhbicîh bike.
Çawaniya pêşxistina kertên cûr bi cûr li parêzgeha Silêmaniyê û hewla çareserkirina kêşeyên Firokxaneya Navdewletiya Silêmaniyê û çend mijarên din yên girêdayî bi karûbarên parêzgehê ve mijarên din yên vê civînê bûn.