Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Şahê Urdinê civiya

2024-02-17T10:57:21.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Îro şemiyê piştî nîvro 17.02.2024ê di Konferansa Asayîşa Munichê li Almanyayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel Şahê Urdinê Ebdulah Bin Hisênê Duyem civiya û di civînê da peywendiyên Urdinê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên li navçeyê gotûbêj kirin.

Her du aliyan behsa metirsiya zêdetir berfirehbûna aloziyên li Rojhilata Navîn û berfirehbûna bandor û encamên wê kirin ku dê ev yek jî bibe gef û metirsî li ser aştî û aramiya navçeyê, lewra bi pêwîst zanîn ku hemû alî bi hev ra ji bo aramkirina rewşê bixebitin.

Her du aliyan xwesteka xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên hevkariyên hevbeş de nîşan dan. Di vê derbarê da Serok Nêçîrvan Barzanî peyvendiyên kevin yên Şahnişîna Urdin û malbata Haşimî digel Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Rewşa Iraq û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û metirsiya terorê li navçeyê mijarek din ya civînê bû.