Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel şandeke Amerîkayê civiya

2023-02-17T17:43:14.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Di çarçoveya pişkdarîkirina di Konferensa Asayîşê li Munich, êvariya roja înê 17.02.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di du hevdîtinên cuda de digel her yek ji birêz Chris Van Hollen senatorê Amerîkî û birêz Michael Turner Serokê Komîteya Îstixbaratî li Encûmena Nûnerên Amerîka civiya.

Di civînan de behsa pêşxistina peywendiyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin û aliyên Amerîkayî tekez li ser berdewamiya piştevaniya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorîstan û rûbirûbûna DAIŞê û alîkariya Iraqê ji bo rûbirûbûna metirsiyên gefan li Iraq û navçeyê dikin.

Şanda Amerîkayê behsa proseya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge jî kir û di vê derbarê de Serok Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser pêgirîbûna Herêma Kurdistanê bi berdewamî û serkeftina proseyê û pêwîstî û girîngiya alîkariyên Amerîkayê kir. Herwesa li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya hemû piştgirî û alikariyên Amerîkayê li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Di civînan de rewşa deverê bi giştî û çendîn mijarên din yên xwedî girîngiyên hevbeş hatin gotûbêj kirin.