2024-02-18T11:42:11.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 18.02.2024ê di çarçoveya bernameyê xwe da li sêyemîn roja Konferansa Asayîşê ya Munchenê li Almanyayê digel şandeke Kongresa Amerîkayê ya bi serokatiya endamê Kongresê birêz Michael Turner civiya.
Di civînê da, peywendiyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Iraqê û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên danûstandinên di navbera wan da yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatin gotûbêj kirin.
Şandeya mêvan berdewamiya piştevaniya Kongresa Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku, Amerîka Iraq û Herêma Kurdistanê wek hevpeyman û hevbeşê girîng yên xwe li navçeyê dibîne.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgîriya berdewam ya Kongresa Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Metirsî û gefên terorê li ser navçeyê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevpar jî di civînê da hatin nirxandin.