Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel şandeke Senatoya Amerîkayê civiya

2024-02-16T15:37:56.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja înê 16.02.2024ê li Almanyayê di çarçoveya Konferansa Asayîşê ya Munchenê da digel şandeke Senatoya Amerîkayê ya bi Serokatiya Senator Dan Sullivan, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Amerikayê ra û pirsa parastina aramî û ewlehiya navçeyê gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li ser piştevaniya xwe ji bo pêşxistina peywendiyên Amerîka û Iraqê di çarçoveya rêkeftina stratejîk ya di navbera wan da kirin û behsa bi armanckirina hêzên hevpeymanan li Iraqê û bertekên wê yên ewlekarî û leşkerî kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî û şanda Senatoya Amerîkayê hevdeng bûn ku asayîşa hêzên hevpeyman û nûnerên dîplomatîk li Iraqê bê parastin û rê neyê dayîn ku grûpên çekdar aramî û îstîqrara Iraqê têk bidin û serweriya welat bixin di bin metirsiyê da.

Şanda mêvan berdewamiya piştevaniya Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorîstan û metirsiya DAIŞê û gefên ewlehiyê dupat kir û peywendiyên welatê xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê bi girîng zanî. Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya Kongres û Senatoya Amerîkayê li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Pêşhatên dawî yên herêmî bi giştî mijareke dinê hevdîtinê bûn.