Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Serokê Desteya Heşda Şeibî civiya

2024-01-14T11:26:48.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ Nûçe
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, iro danê sibê roja yekşemê 14.01.2024ê, di berdewamiya hevdîtin û civînên xwe da li Bexdayê, bi birêz Falih Feyaz Serokê Desteya Heşda Şeibî ra civiya.

Di civînê da rewşa ewlekarî ya Iraqê, gef û metirsiya terorîstan, êrîşên terorîstên DAÎŞê ya li ser hêzên çekdar û hêzên ewlekarî yên Iraqê û welatiyan, pêşhatên şer û aloziyên dawî û bandor û encamên wan li ser deverê hatin gotûbêj kirin.

Her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku nabe Iraq bikeve nava aloziyên herêmî û parastina aştî, aramî û berjewendiyên bilind yên welat ji bo hemûyan serekî be. Herwiha hevfikir bûn ku, bi armanckirina Pêşmerge û êrişên firokeyên bê firokevan ya li ser Herêma Kurdistanê dê zirarê bi aramî û seqamgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê bide.

Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û peywendiyên Iraqê digel welatên cîran û herêmî hin mijarên din yên civînê bûn.