2024-01-13T15:16:53.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro şemiyê 13.01.2024ê li bajarê Bexdayê, di civînekê da digel birêz Fayeq Zêdan Serokê Encûmena Bilind ya Dadwerî ya Iraqê behsa harîkariya navbera desthilatdariya dadwerî li Iraqê û Herêma Kurdistanê û pêwîstiya parastina aramî û seqamgîriya welat kirin.
Her du aliyan tekezî li ser rol û pêgeha desthilatdariya dadweriyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên welat kirin û amaje bi êrişên ser şandên dîplomatîk û hêzên hevpeymanan û bi armanckirina Pêşmerge kirin.
Di vê derbarê da, her du alî li ser wê yekê hevhizir bûn ku, divê aramî û asayîşa welat bê parastin û Iraq nekeve nav pirsgirêk û nakokiyên navçeyê û bi armanckirina Pêşmerge wek metirsî li ser aramî û seqamgîriya welat bi nav kirin.